Serok Barzanî: Dadgeha Federal a Iraqê şûna Dadgeha Şoreşê ya rejîma berê girtiye

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê peyamek belav kir û ragihand, “Helwesteke din a dijminatiyê li hember Herêma Kurdistanê nîşan da û rê li ber pereyên Herêma Kurdistanê girt” ku diviyabû Bexdayê ji Hewlêrê re bişanda.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, “Gelekî ecêb e, her dema ku atmosfereke erênî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çêdibe û derfetek ji bo çareserkirina kêşeyan derdikeve holê, Dadgeha Federal yekser ji bo têkbirina wê derfetê kar dike û bi biryareke dijminane ew derfet pûç kiriye. Bi awayekî eşkere bernameyeke bi guman pêk tîne û “şûna Dadgeha Şoreşê ya rejîma berê girtiye.”

Her wiha daxwaz ji Hikûmeta Iraqê û aliyên hevpeymaniya rêveberiya dewletê kir ku “Helwesta xwe li hember binpêkirin û dijberiya Dadgeha Federalî li dijî berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan bidin.”

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro Çarşemê 25ê Çileya 2023an li ser giliya parlamenterê serbixwe û endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Mistefa Senad û Parêzgarê Wasitê Mihemed Meyahî ya derbarê şandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê civiya.

Her du kesên ku gilî tomar kirine daxwaza betalkirina biryarên jimare 8 ya sala 2022 û jimare (401, 257, 226, 194 ya sala 2021) yên Encûmena Wezîrên Iraqê dikin ku piştevaniya şandina 200 milyar dînar bo Herêma Kurdistanê kirine.

Doza bi jimareya 170/Federal/2022, berê sê caran hatibû taloqkirin, cara dawî di 18ê vê mehê de û Dadgeha Federal îro dîsa li ser civiya.

Send di vîdyoyekê ji nav Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê de dibêje, “Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê hemû biryarên encûmena wezîrên Iraqê yên li ser şandina pereyan ji bo Herêma Kurdistanê betal kir, ku li dijî yasa û destûrê ye.”