Partiya Pêşerojê: Di bernameya me de cihgirtina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di destûra bingehîn de heye

25-01-2023
RÛDAW
Partiya Pêşerojê: Di bernameya me de cihgirtina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di destûra bingehîn de heye
Partiya Pêşerojê: Di bernameya me de cihgirtina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di destûra bingehîn de heye
Nîşan Partiya Pêşerojê Perwerdeya Ziman Dersa Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê ya Amed a Bakurê Kurdistanê Aydin Altaç diyar kir ku astengiyên qanûnî û pratîkî yên li pêşiya perwerdeya bi Kurdî encama polîtîkaya hikûmetê ye, ne ya burokratan e û got, “Heger serokkomar bibêje ku ti astengiyeke qanûnî li pêşiya Kurdî tune ye, burokrat û rêveberên dibistanan nikarin gaveke dijî wê bavêjin.”

Endamê Komîteya Damezrîner a Partiya Pêşerojê û Serokê rêxistina Amedê Aydin Altaç beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û astengiyên li pêşiya dersên Kurdî yên bijarte axivî.

Altaç da zanîn ku wan wek partî di bernameya xwe de zimanê zikmakî weke mafeke bingehîn a mirovan qebûl kirine û ew hem di perwerdeyê de hem jî di saziyên dewletê de bikaranîna zimanê zikmakî diparêzin û got, “Her wiha cihgirtina mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî di destûra bingehîn û yasayan de di bernameya me de heye.”

Altaç diyar kir ku ne tenê xwendekarên ku dê li dibistanan dersên bijarde hilbijêrin, jin, zarok, kal û pîr jî divê her kes di jiyana rojane de girîngiyê bide zimanê xwe yê zikmakî û anî ziman, “Ji ber ku em dizanin dema ziman hebe mirov heye, dema ziman hebe çand heye, dema ziman hebe avahî heye. Ji ber vê yekê zimanê me gelekî girîng û taybet e. Werin em hemû zimanê xwe ji bo zarokên xwe û siberoja xwe, pêş bixin, ji bîr nekin. Divê di jiyan û xebatên çandî de cih bigire. Weke hemû siyasetmedarên herêmê divê em jî di vê mijarê de hestiyar bin.”

Di bernameya Partiya Pêşerojê de teqezî li ser wê yekê hatiye kirin ku hînkirin û bikaranîna zimanê zikmakî di perwerde û jiyana civakî de dê hesta welatiyan bihêztir bike û aştiya civakî û hevgirtinê bihêz bike.

Altaç diyar kir ku di çareseriya Pirsa Kurd de yek ji mijarên girîng mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî û derbaskirina astengiyên li ser vê mijarê ye û got, “Heta Pirsa Kurd çareser nebe, li Tirkiye û herêmê aştî pêk nayê. Ev 100 sal in wisa ye. Ez di wê baweriyê de me ku eger Tirkiye û cîranên wê ji bo mafên Kurdan li Iraq, Îran û Sûriyê gavan biavêjin, em ê bi hev re pêş bikevin û aştî û bextewariyeke mezintir bi dest bixin.”

Di metna "model" de ku par piştî "Komxebata Pirsa Kurdî" ya ku Partiya Pêşerojê li Amedê li dar xistibû, li ser "Di Perwerde û Jiyana Civakî de Bikaranîna Zimanê Zikmakî" hat weşandin û tê de dihat destnîşankirin, “Fêrkirina zimanê zikmakî û bikaranîna wê di perwerde û jiyana civakî de mafê herî bingehîn û xwezayî yê mirovan e. Kes nikare zimanê xwe yê zikmakî hilbijêre, kes nikare zimanê zikmakî yê din qedexe bike.”

Aydin Altaç di bersiva pirseke li ser astengî û pirsgirêkên pratîkî yên di hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî de bi bîr xist di dema hewlên ku zimanê Kurdî kategoriya dersên hilbijartî û vekirina beşên Kurdolojiyê li zanîngehan hat hat dayîn de wan gotiye, “Siyaseta Tirkiyê ya di vê mijarê de ber bi başbûnê ve diçe, dê gavên girîngtir bên avêtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst