Li Mêrdînê 10 kes ji gaza sobeyê bi jehrî ketin

25-01-2022
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Gaza Karbonmonoksît Jehrîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, 10 welatiyên Sûrî ji karbonmonoksîta sobeyê bi jehrî ketin.

Li Taxa Yunus Emre ya Midyadê, malbata Sûrî piştî ku ji sobeyê bi jehrî ket, tîmên tendirustiyê agahdar kirin. Tîmên tendirustiyê, Abdulkerimê 32 salî, Mehaya 23 salî, Meleka 8 salî, Migdatê 5 salî, Aliyê 4 salî û Zekeriye Muhammedê 2 salî, Abdullahê 29 salî, Zehraya 22 salî, Rahmaya 4 salî û İbrahim Dieycilê 2 salî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê veguhestin.

Di pişkînînên li nexweşxaneyê de derket, ku her 10 kes jî ji gaza sobeyê bi jehrî ketine. Hat ragihandin ku rewşa Abdulkerim, Meha, Melek ve Migdat Muhammed, Zehra û Rahma Dieycil giran e.

Li aliyê din di 22yê vê mehê de li navçeya Qosera Mêrdînê ya Bakûrê Kurdistanê ji ber gaza karbonmonoksîtê ya sobeyê du hevjînên hev yên bi navê Memduh û Lamîa Emen jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst