HSDê ji ber bûyerên li Hesekê hejmarek şervan ji refên xwe derxist

25-01-2022
RÛDAW
Nîşan Heseke Rojava HSD Şervan DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HSDê ragihand, li ser belavûna dîmenên vîdyoyî yên hejmarek çekdarên DAIŞê yên ku piştî bûyerên vê carê li bajarê Hesekê ji aliyê şervanan ve hatine girtin, hejmarek şervan ji nav refên xwe derxistine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk derbarê belavbûna hin dîmenên vîdyoyî ku têde hejmarek çekdarên DAIŞê xuya dibin ku li bajarê Hesekê ji aliyê şervanan ve hatine girtin û serederiyeke baş li gel wan nayê kirin, daxuyaniyek belav kir û ragihand, li ser wî karî hejmarek şervan hatine cezakirin û ji nav refên HSDê hatine dûrxistin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk biryara derkirina wan şervanan aşkere kiriye û diyar kiriye, ew şervan ji ber “binpêkirina nirx, rêgezên exlaqî û leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk” hatine derxistin

HSD dibêje, şervanên dûrxistî ji bo cezakirinê “bo dadgehê hatine şandin.”

Têkildarî rewşê, HSDê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye, “Di dema girtina hejmarek terorîstên DAIŞ’ê yên êrişî zindana Sînaa li Hesekê kirine de, li ser torên civakî hinek wêneyên tund belav bûn. Şervanên di wêneyan de derketine ji nasnameya xwe ya leşkerî îzole bûn û ji nav refên me hatin bidûrxistin. Ji ber binpêkirina nirx, rêgezên exlaqî û leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê, sewqî dadweriyê bûn.”

Şeva Pêncşembê 20ê Çileya 2022, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê alozî derketiye û çekdarên DAIŞê yên li wê girtîgehê dest bi yaxîbûnê kirine û hejmarek çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê jî li derveyî girtîgehê êrişî girtîgehê kirine.

Ji bo kontrolkirina rewşê, HSDê û Asayişa Rojavayê Kurdistanê ketin amadebeşiyê û hêzên zêdetir şandin bajarê Hesekê û derdora taxa Xuwêran û Girtîgeha Sinaa bi temamî dorpêç kirin.

Ji wê demê ve heta îro şer û pevçûn di navbera HSDê û çekdarên DAIŞê de berdewam in û HSDê ragihandiye, 10 hezar şervan di kontrolkirina rewşa ne asayî ya li bajarê Hesekê de beşdar in.

HSDê du roj beriya niha ragihand, di şerê 3 rojan de 175 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 27 şervanên wan jî şehîd bûne.

HSDê herwiha duh Duşemê 24ê Çile ragihand ku 300 çekdarên DAIŞê yên yaxî bûbûn, xwe radestî hêzên wan kirine. Di daxuyaniya HSDê de hat gotin: “Piştî bangên xwe radestkirina ewle û radestkirina çekan, hêzên me îro saet 5ê sibehê girt ser avahiyeke girtîgeha ku çete tê de bûn, derdora 300 çeteyî xwe radestî hêzên me kirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst