Li Semsûrê banê axurekê hilweşiya: 22 çêl mirar bûn

25-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, banê axurekê hilweşiya û 22 çêl mirar bûn.

Li navçeya Kolikê ya ser bi parêzgeha Semsûrê ve banê axura welatiyê bi navê Mehmet Çatan, ji ber berfa zêde hilweşiya.

Piştî banê axurê hilweşiya, welatiyên derdorê xwestin ajelên tê de rizgar bikin. Lê tevî hewldanên wan, 22 çêl mirar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Navçeyê ya Daristan û Çandiniyê çûn cihê bûyerê û lêkolîn dan destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst