Li Efrînê grûpeke çekdar darên zeytûnan birîn

25-01-2022
RÛDAW
Çekdarên grûpa Siltan Murad darzeytûn birîne
Çekdarên grûpa Siltan Murad darzeytûn birîne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Meydankê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Siltan Murad bi fermandariya Ebû Elî Adî, ku xelkê Himsê ye, 156 darzeytûnên 9 cotyarên Kurd birîne.

Dîmenên birîna darzeytûnên cotyarên Kurd li gunêd Meydankê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê gihiştin Rûdawê. Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, çekdarên grûpa Siltan Mûrad bi fermandariya Ebû Elî Edî, ku xelkê Himsê ye, ev darzeytûn di meha befanbarê de birîne.

Li gor Rêxistina navborî:

156 darzeytûn li Meydankê hatine birîn

30 darzeytûnên Nûrî Mistefa Mîmê ne

25 darzeytûnên Elî Şêx Osman in

20 darzeytûnên Omer Şaban in

20 darzeytûnên Mihemed Elo ne

15 darzeytûnên Receb Şêx MIhemed in

15 darzeytûnên Mihemed Mistefa M'ne ne

13 darzeytûnên Selah Ibrahîm in

12 darzeytûnên Idrîs Şêx Osman in

6 darzeytûnên Mihemed Îbo ne

Mihemed Şêx Elî, ku xelkê gundê Meydankê ye, ji Rûdawê re got, ev ne yekem car e ku darzeytûnên cotyarên gund ji aliyê çekdaran ve tên birîn, û behsa zererên vê kiryarê kir.

Şêx Elî ji Rûdawê re got, temenê hin darzeytûnên ku hatine birîn bêhtirî nîv sedsalê ye ku cotyarên Kurd kedek û cefayeke mezin di ber wan de kişandine. Her weha bi sedhezarên Lîreyên Sûrî lêçûn li wan  xerc kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst