VÎDEO - Rûdaw dîmenên şerê di nav zîndana Sînaa de belav dike

Hewlêr (Rûdaw) - Rûdaw dîmenên şerê di nav hewîa girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê de belav dike. Di dîmenan te tê dîtin ku çekdarekî DAIŞê çawa tê kuştin.

Şer û pevçûn li derdora girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê de berdewam e.

Vîdyoyên nû gihiştin Tora Medyayî ya Rûdawê têde diyar dibe bê çawa hêzên Amerîkî û hêzên HSD di nava zindana Xiwîran de dest bi operasyoneke berfereh dikin.

Li gor dîmenan hinek DAIŞiyê ku hêj di nava zindanê de teslîm nebûne û şer dikin hene.

Her wiha tê dîtin ku şer derdikeve, şervanekî HSD çekdarekî DAIŞê li ber derî dibîne, şervan bi dengekî bilind bang dike, lêde lêde, piştre wî çekdarî dikujin.

Ev yek di demekê de ye ku HSDê, bang li çekdarên DAIŞê yên di girtîgeha girtîgeha Sinaa de alozî derxistine kir, ku xwe radestî hêzên wan bikin û ti rêyek revê li ber wan nîne ku girtîgeh bi temamî ji aliyên şervanên wan ve hate dorpêçkirin.