Geştên esmanî yên navbera Dîlok û Hewlêrê hatin paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî demekê rawestandina geştên esmanî yên navbera Dîlok û Hewlêrê, divabû doh Duşembê piştî nîvro 24ê Çileya 2022ê, firokeyek ji Dîloka Bakurê Kurdistanê ber bi Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bifire, lê geşt hat paşxistin.

Paşxistina geştê ji ber rewşa hewayê ya li esmanê Dîlokê bû û tê pêşbînîkirin, ew geşt roja Pêncşemê 27ê Çileya 2022ê bê kirin.

Berê Wezareta Guhestin û Jêrxana Tirkiyê ragihandibû ku 24ê Çile geştên esmanî bo bajarê Hewlêrê û 2ê Sibatê jî bo Ermenîstanê destpê dikin.

Herwiha diyar kiribû Hêla Asmanî ya Anadolu Jet di hefteyekê de, du geştan ji Dîlokê bo Hewlêrê di rojên Duşem û Pêncşemê de dike. Lê niha ji ber rewşa keş û hewayê geşta Duşembê 24ê Çile hat paşxistin.