Ciwanên Colemêrgê bi çêkirina peykerên ji berfê bûne mijara torên civakî

Colemêrg (Rûdaw) - Pêleke berfê navçe û gundên Colemêrgê daye ber xwe û heta niha rêyên bi dehan gundan hatine girtin. Li Navenda Geverê jî berfeke Zêde heye. Beşek ciwanên Gever û Şemzîna jî bi çêkirina peykerên ji berfê bûne mijara torên civakî, ciwan ji ber bêkariyê dema xwe bi yariyên berfê derbas dikin.

Barîna berfê li Bakurê Kurdistanê li aliyekî  bêr û bereket e, li aliyê din destpêka werzekî bi îza û zehmet e. Li gellek navçeyên Bakurê Kurdistanê salane ji metreyeke zêdetir berf dibare.

Li navçeya Gever a Colêmergê, îsal çiya û gelî bi kirasê xwe spî xemîlî ne. Li nav bazarê jî roj bi roj bêkarî zêdetir dibe, lê ciwanên Geverê bi çêkirina van peykeran zanîne ku berfê û bêkariyê  ji bo xwe biken yariyeke têrhunerî.

Firoşkar Nedîm Salar dibêje: “Çend roj e li Geverê berf dibare, berfeke zêde bariye me jî got em  tiştekî cuda bikin, me ji berfê kelûpelên nav malê çêkirin. Jixwe me dikana firotina kelûpelên nav malê heye. Me xwast em keyfa zarokan xweş bikin. Xelk tê û wêneyan digirin.”

Dursun Uyman bi hişyarî û hurdekariyeke taybet bi peykersazên mezin ên ku  berhemên wan li salonên cihanê têne nîşan dan kar dike. Berfa cemidî  di nav  tiliyên wî de bimişarê dibe berhemekî hunerî û ew dilê xwe bi wê hunera xwe gerim dike.

Hemwelatî  Dursun Uyman dibêje: “Me got zivistan e, bila em hinek keyfa zaroka xweş bikin û zivistana me l ime xweş derbas bibe. Armanc ev e, em demeke xweş  derbas bikin. Xelkê Geverê jî elaqeyeke mezin nîşan dan. Zarok û mezin tên dixwazin bi peykerên me re wêneyên xwe bigrin li ser torên civakî belav bikin.”

Li Colemerg û navçeyên wê her sal berfekê zêde  dibare û gelek caran jî bi taybetî rêyên gundan bi heftiyan girtî dimînin.  Xelkê deverê jî zivistana sar û dirêj bi yarî û kevneşopiyên cuda cuda derbas dikin.