Li Til Temir nakokî di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî de derketin

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Rojavayê Kurdistanê îro, careke din nakokî di navbera hêzên Amerîkî û Rûsî de derketin.

Careke din nakokî û rêgirî di navbera hêzên SAmerîkî û yên Rûsî de li Rojavayê Kurdistanê derketin.

Li gor peyamnêrê Rûdawê, sibeha roja Şemiyê (25.01.2020), hêzeke Rûsî ku ji 3ê erebeyên serbazî pêk dihat, ji binkeya xwe ya bakurê Til Temir derketibû û berê xwe dabû bajarê navborî. Di heman demê de, du Helîkopterên hêzên Rûsî jî li asmanê navçeyê digeriyan. Lê hêzên Amerîkî rêgirî li Rûsan kirin û piştî du demjimêran, hêzên Amerîkî hêzên rûsî neçar kirin ku vegirin binkeya xwe. Binkeya hêzên Rûsî li bakurê bajarê Til Temir derdora 3ê kîlometreyan li cihekî bi navê mebaqir e.

Li seriya navdewletî jî, du dewriyeyên Rûsî û Amerîkî, li çaryana Hitîn li ser riya Qamişlo- Til Temir û Dirbêsiyê Hesekê rastî hev hatibûn û nakokî di nav wan de derketibûn. Li gor zanyariyên ku Rûdawê wergirtine, aliyê Amerîkî bajarê Til Temir di çarçoveya nifûza xwe de dibîne û rê nade Rûsyayê lê cîgîr bibe.

Derbarê van nakokiyan de, Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman, ji ajansekê Rûsî re axiviye û tekez kiriye ku hêzên wan li Sûriyê dê li cihê xwe bimînin.

Hoffman herwiha tekez kir ku ew sexbêr in ku pêwendî ligel Rûsan hebe daku rûbirûbûn dernekevin.

Ji hefteyekê ve, li bêhtir ji cihekî nakokî di navbera hêzên Rûsî û Amerîkî de li Rojavayê Kurdistanê derdikevin û dewriyeyên wan rêgiriyê li hev dikin. Bi taybet li her du navçeyên Dêrik û Til Temirê:

Li gor çavdêr û şopînerên siyasî, nakokiyên herdu aliyan li ser destnîşankirina sînorên nifûza herdu welatan li vê herêma girîng a Rojavayê Kurdistanê ye.