Koordînasyona Erdheja Xarpêtê ya HDPê li gundan lêkolînan dike

25-01-2020
RÛDAW
Nîşan Erdheja Xarpêtê Bakurê Kurdistanê Xarpêt HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînasyona Erdhejê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gundên zerar gehiştiye wan lêkolînan dike. Koordînasyonê ragihand ku nikarîne xwe bighînin gelek gundan.

Koordînasyona Erdheja Xarpêtê ya HDPê, li Xarpêt û gundên wê hinek lêkolîn kirin. Koordînasyonê, da zanîn ku di çaçroveya lêkolînan de hevdîtin ligel 40 gundên gundên navçeya Madenê kirine û got, li gundê Çalkayayê 12 xanî hilweşiyane û pêdivî bi 12 çadir û herwiha xwerakê heye.

Koordînasyona Erdhejê herwiha diyar kir ku li bajaroka Gezînê avahiyek hilweşiyaye, mirovan canê xwe ji dest dane, li gundê Kartaldereyê 3 xaniyan zerar dîtine û pêdivî bi 3 konteyneran heye. Hat diyarkirin ku li gundê Kavakê jî xaniyekî zerar dîtiye, ji ber berfê rê girtîne, kes nikare biçe gund û li gund kes najî. Herwiha hat ragihand ku li gundê Kiziltepeyê jî 5 avahiyan zerar dîtine û pêdivî bi 5 çadir û xwerakê heye.

Li gor Koordînasyona Erdhejê, li mezrika Yedîpinar-Atayûrtê 5 çêlek di bin kayê de mane. Koordînasyonê, da zanîn ku hevdîtin ligel muxtarê gundê Ûslûyê kirine û muxtar gotiye hinek sobe hatine şandin, lê tûp û serikên tûp nehatine şandin û konên hatine şandin jî ne ji bo zivistanê ne.

Hat gotin ku li gundê Kayapinarê jî hemû xaniyan zerar dîtine û xelkê gund li mizgeftê dimînin û li gundê Aksekiyê jî ku kes lê namîne xanî hilweşiyane. Hat diyarkirin ku li gundê Çevrîmtaşê jî 3 kesan canê xwe ji dest dane û piraniya xaniyên gund hilweşiyavne. Herwiha hat gotin ku nikarîne xwe bigihînin gelek gundan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst