Dengê bin erdê yê erdheja Xarpêtê ‎

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê şeva derbasbûyî demjimêr 20.55 deqeyan erdhejek bi hêza 6.8 pile çêbû û li bajarên Başur û Rojavayê Kurdistanê jî hest pê hat kirin. Niha dengê erdhejê yê di bin erdê de derket holê.

Deng ji aliyê konsorsiyûma zanîngehan ve di dema erdhejê de hatiye tomarkirin ku li Amerîkayê lêkolînan li ser binê erdê dike û ew deng li ser intertenê hatiye parvekirin.

Erdhej hewqasî bihêz bû li gelek bajaran hest pê hat kirin.

Piştre Saziyên Lêkolînê yên Anonîm bo Sîsmolojiyê ku bi konsorsiyuma gelek zanîngehan hatiye pêkanîn û navenda wê li Washingtonê ye, dengê bin erdê yê erdhejê li ser malpera xwe ya fermî belav kir.

Tomara ku li ser malperê hatiye belavkirin destpêkê dengekî bihêz û paşê dengê mina lerzê tê bihîstin.