Elî Bapîr: Me negotiye em beşdarî hikûmetê nabin

Hewlêr (Rûdaw) – Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr red dike ku helwesta partiya wî beşdarnebûna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê be û dibêje: “Me negotiye beşdarî hikûmetê nabin, em li benda PDKê ne. Ne biaqilane ye ku heta PDKê serdana me neke em bibêjin em beşdar dibin.”

 

Elî Bapîr li ser helwesta partiya xwe ji bo beşdariya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Me helwesta xwe ya siyasî ragihandiye. Me negotiye em beşdar nabin, heta ku aliyê li hember neyê, li me pêşniyar neke û em fêm nekin ku bernameya wan çawa ye û pêgeha me çawa be û gelo ew hikûmeta nû jî dê weke hikûmetên berê be ku giriftar be di destê partî û tiştên biçûk de yan destvekirî be û di xizmeta xelkê de be. Piştî ku ev li ber çavên me zelal bibe, em ê helwesta xwe yekalî bikin.”

 

Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê herwiha got: “Niha me negotiye em beşdar nabin weke hinek aliyan ragihandiye û ev jî îctihadek e û di heman demê de ne biaqilane ye jî em bibêjin beşdar dibin, heta ku aliyê li hember jî ku xwedî vê pirsê ye û PDK ye, neyê aliyê me û ji me daxwaz neke û em nizanibin bernameya wan çawa ye û nizanibin dê ser û sîmaya wê çawa be, helwesta me dê bi vî awayî bimîne.”

 

Li ser wê yekê ku gelo di van demên nêzîk de li gel Nêçîrvan Barzanî civînek pêk aniye an na, Elî Bapîr got: “Di van demên nêzîk de ti civînek nehatiye kirin. Di demên derbasbûyî de Kak Nêçîrvan û şandeke PDKê hatin cem me, lê ji wê dema ku behsa pêkanîna kabîneya nehem tê kirin, kes nehatiye ba me.”

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku piraniya kursiyên Parlementoya Kurdistanê bi dest xistine, li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ketiye gotûbêjan û li gel YNK û Goranê çendîn civîn encam daye, lê heta niha ti hevdîtin û civînek li gel Komela Îslamî encam nedaye. Hêjayî gotinê ye ku Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî piştî encamên hilbijartinan ragihand ku beşdarî kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nabin.