Hazim Tehsîn Beg red dike ku Mîrê Êzidiyan wefat kiribe

25-01-2019
RÛDAW
Nîşan Kurd Kurdên Êzidî Mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn Beg Almanya Wefat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg ê Mîrê Kurdên Êzidî di derbarê belavbûna nûçeya koça dawî ya Mîr Tehsîn Beg de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “rewşa tendirustiya Mîr Tehsîn Beg têk çûye û niha di bin çavdêriya pizîşkî de ye.”

 

Bi gotina Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Tehsîn Beg niha li nexweşxaneyeke Almanyayê ye û tê dermankirin.

 

Hazim Tehsîn Beg li ser belavbûna nûçeyên di derbarê wefata Mîr Tehsîn Beg de jî got: “Ev nûçeyên ku behsa koça dawî ya Mîrê Êzidiyan dikin, ji rastiyê dûr in.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst