Galeriya wêneyan

25-01-2017
15 Photos
RÛDAW

Silêmanî (Rûdaw) –

 

Îro çarşemî li salona Telar a bajarê Silêmaniyê merasîmek ji bo bîranîna koça dawî ya hunermendê naskirî û navdarê kurd, MihemedMamlê birêve çû û çendîn hunermend di wê merasîmê de beşdarî kirin.

 

Herwiha di merasîmê de, hevjîna huneremend û çend xizm û kesûkarên Mihemed Mamlê beşdar bûn. Di merasîma bîranîna Mihemedê Mamlê de, çend parçe mûzîk û stran jî hatin pêşkêşkirin.

 

Mihemedê Mamlê di sala 1925an de li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û nasnavê Mamlê ji bapîrê wî jê re maye.

 

Mamlê xwediyê zêdetirî 700 stranan e û sala 1999an koça dawî kiriye.