Bi kurdî jî nêçîr qedexe ye!

Wan (Rûdaw) – Li navçeya Şaxê (Çatax) ya Wanê, bi kurdî û tirkî nêçîra ajelên kovî hat qedexekirin.

Li 10 deverên navçeya Şaxê ya Wanê, nêçîra ajelên kovî hat qedexekirin û ji bo vê yekê jî bi kurdî û tirkî lewha hatin daçikandin.

Deverên Kato, Çiyaspî, Gewaş, Gurpinar, Qelqelî û hinek deverên navçeya Edremîtê wek herêman qedexe hatine ragihandin, ji ber ku di wan deveran de ajelên kovî hene.

Bi fermana Walîtî û Qaymeqamtiya Wanê, li wan deveran nêçîr hatiye qedexekirin.

Tîmên Şaredariya Şaxê jî ji bona ku deverên qedexe bên naskirin, lewhayên kurdî û tirkî li wan deveran daçikandine, her wiha nobedarên jîngehê hinek caran wan deveran digerin û bi kurdî xelkê deverê ji vê yekê hayadar dikin.

Şaredarê Şaxê Celal Bartu ji Rûdawê re got, ji bo bicîhanîna qedexeya nêçîrê me tedîbir girtine û em dixwazin bi vê yekê pêşiya têkçûna jîngehê bigirin.

Celal Bartu diyar kir ku beriya ku lewha bên daçikandin, hinek kesan qedexeya nêçîrê binpê dikirin lê êdî ev hêcet jî namîne.

Şaredarê Şaxê anî ziman ku tîmên şaredariyê û Nobedarên Parastina Jîngehê bi hev re herket dikin û jîngeê diparêzin.

Celal Bartu her wiha got, em difikirin ku tax bi tax bigerin û belavokan li malan belav bikin.