Dibe ku kongreya YNKê bê paşxistin

25-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê komisyona bilind a amadekirina kongreya çarem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hakim Qadir Hemecan ragihand ku pêşnyar heye kongre ji ber hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê bê paşxistin.

Qadir Hemecan derbarê amadekariyên kongreya YNKê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku ew wek komisyona amadekariyê erkê wan cîbicîkirina biryarên Poltîbîroya YNKê ye.

Hemecan herwiha got “Li gor şer û mercên îro, em ber bi girêdana kongreyê be diçin, pêşnyar jî heye ji bo paşxistina kongreyê, ev yek jî ji bo ku em bikaribin baştir xwe amade bikin ji bo kongre û herwiha ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan û Parlamentoya Iraqê”.

Serokê komsiyona amadekariya kongreya YNKê tekez kir ku heta niha girêdana kongreyê rewa ye, lê got “heta niha nediyar e bê kongre dê di dema diyarkirî bê girêdan yan na”.

Biryar konhreya çarem a YNKê di 31ê vê mehê de bê lidarxistin ku dê yekemîn kongreya wê partiyê be bêy amadebûna Sekreterê wê yê Giştî Celal Talebanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst