Li Sêwazê jinek mir: Hevjînê wê hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bilekanê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, jinekê canê xwe ji dest da û hevjînê wê hat desteserkirin.
Li Taxa Taşkopruyê ya navçeya Bilekanê, li gor îdiayan Gonca Ozdemîra 33 salî li mala xwe bi aweyekî ji ser xwe ve çûyî hat dîtin û bo Nexweşxaneya Cîbicîkirin û Lêkolînê ya Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwazê hat veguhestin.
Gonca Ozdemira dayika 3 zarokan tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Gonca Ozdemir îro li gundê xwe Firamazê yê navçeya Bilekanê bi axê hat spartin.
Ji ber ku li ser laşê wê şopên lêdanê hebûn hevjînê Goncayê, T. Ozdemîr hat desteserkirin û piştî karên îfade wergirtinê ji Dadgeha Bilekanê re hat şandin.
Hat zanîn Gonca Ozdemir berî ku canê xwe ji dest bide ji hevaleke xwe ya jin re bi peyamê nivîsandiye ku hevjînê wê lê dixe.