Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li konsulê nû yê Îranê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi konsulê nû yê Îranê yê Hewlêrê Feramez Esedî re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ki Nêçîrvan Barzanî ji destbikarkirinê pîrozbahî li konsulê nû yê Îranê yê Hewlêrê Feramez Esedî kiriye û jê re serkeftin xwestiye.

Her wiha ji bo serkeftina di erkê xwe de, Nêçîrvan Barzanî piştgiriya hemû aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Li aliyê din konsulê nû yê Îranê yê Hewlêrê Feramez Esedî jî kêfxweşiya xwe ya destbikarkirinê aniya ziman

Li gorî daxuyaniyê Feramez Esedî dubare kiriye ku Komara Îslamî ya Îranê girîngîyeke mezin dide pêwendîyên xwe yên dûr û dirêj ligel Herêma Kurdistanê û xwesteka welatê xwe ya ji bo bipêşvebirina pêwendiyan diyar kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser bipêşketinên dawî yên li herêmê nêrînên xwe bi hev guhertine.