Hêzeke Amerîkayê gihîşt Kobaniyê
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzêke Amerîkayê derbasî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bû.
Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî ku rejîma Esed rûxiya Tehrîr El Şamê piraniya Sûriyeyê kontrol kir.
Her wiha hêzên Rûsyayê yên li Kobaniyê jî vekişiyan.
Li aliyê din li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de di navbera komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê û HSDyê d şer û pevçûnên girdan derdikevin.
Tirkiye jî gefên operasyonê li bajarê Kobaniyê dixwe.
Di bin gefên operasyonê de, Hêzên Hevpyemaniya Navneteweyeyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ya bi serkêşiya Amerîkayê derbasî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bû.
Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand ku vê sibehê hêzeke Amerîkî derbasî bajarê Kobaniyê bûye.
Her wiha heman çavkaniyê da zanîn ku ew hêz dê li Kobaniyê bimîne.
14ê Kanûna Pêşîn a 2024an jî hêzeke Amerîkayê derbasî Kobaniyê bûbû.