Li Minbicê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navenda bajarê Minbicê otomobîlek teqiya û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Li Minbicê piştî nemana agirbesta di navbera Hêzên Sûriyeya Demokarîk (HSD) û çekdarên radîkal ên Tirkiyeyê piştevaniya wan dike, şer û pevçûn dijwar bûn.

Li Kolana Berîdê ango Postxaneyê ya naverasta bajarê Minbicê teqîneke mezin çêbû.

Heta niha sedma teqînê nehatiya zanîn lê tê gotin ku ji ber teqînê kuştî û birîndar hene.

Li gorî zanyariyên berdest di teqînê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûye.

Bajarê Minbicê ji 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an keytiye destê çekdarên radîkal ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike.

HSDyê sala 2016an Minbic ji DAIŞê rizgar kiribû.

Minbic bi ser parêzgeha Helebê ve ye û sala 2011ê bi kêmî 120 hezar kes lê hebûn, li gel koçberbûna niştecihên bajarê Helebê û navçeyên derdora wê hejmara wan bi ser 400 hezar kesî ket.

Nêzîkî ji sedî 25ê şêniyên Minbicê Kurd in û ji bilî Ereban, Tirkmen û Çerkez jî hene.

Li Minbicê 4 eşîrên mezin ên Ereb hene û kî desthilat be ew piştgiriya wan dikin.

Minbic dikeve rojavayê Çemê Firatê.

Li ser rêya serekî ya M4ê ye ku Rojavayê Kurdistanê bi Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ve girê dide.

Nîşana hoz û eşîretgeriyê bi ser jiyan û helwesta Erebên Minbicê de zal e û ew li gorî berjewendiyên xwe yên darayî tevdigerin.

Kî li navçeyê desthilatdar be ew piştevaniya wan dikin.