Nasnameya 16 şervanan hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)  nasnameyên 16 şervanên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê nasnameyên 16 şervanên ku Kanûna  Pîşîn a 2024an canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, 16 şervanên di şerê li hemberî êrişên çekdarên radîkal ên Tirkiyeyê piştevaniya wan dike de, canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

"Hevreyên me yên ku li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li gundewarên Heleb, Minbic, Pira Qereqozaqê, Bendava Tişrînê û gundewarên rojhilatê Dêrezorê şehîd bûne.”

Navên şervanan

Kesên canê xwe ji dest daye ev in:

“Şadî Ebdo, Eymen El Serhan, Ebûd Elî, Beşar Yûsif, Mehmûd Osman, Mihemed Nûr El Ehmed, Mihemed Seîd, Mihemed Şêx Mihemed, Kawa Hebşo, Qusey El Marûf, Fewaz Mihemed, Bîlal El Şêx Ehmed, Emar Hisên, Ehmed El Mele, Îbrahîm Menla Xelîl û Mihemed Îbî”

“Îrade çeka herî bihêz e”

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin:

“Tevî ku dewleta Tirk û çeteyên wê di şer de hemû çekên pêşketî û balafirên şer û dronên nûjen, tank û tevahî cûreyên obûsan bi kar anîn lê hêza wan li hemberî îradeya hevreyên me feyda neda wan.

Careke din şehîdên me îsbat kirin ku îrade û baweriya însan di şerê çarenivîsê yê li hemeberî dijmin de, çeka herî bi hêz e.”