Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî cejna jidayîkbûna Mesîh û serê salê pîroz kir û got, “Hêvî dikim bibe destpêka pêkanîna aştî, aramî û aramiya li herêma me û hemû cîhanê.”
Serok Mesûd Barzanî bi wesîleya Cejna Christmasê ango rojbûna Hz. Îsa û Serê Salê peyamek belav kir.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got:
“Bi boneya hatina sersala nû û jidayikbûna hezretî Mesîh (silavên Xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xwişk û birayên Xiristiyan ên li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.”
Serok Barzanî her wiha got:
“Bi vê boneyê ez tekeziyê li ser kûrkirina çanda pêkvejiyan û biratiyê di navbera pêkhateyên Kurdistanê de dikim û hêvîdar im xwişk û birayên me yên Kiristiyanî hemû cejn û boneyên û xweşiyên xwe bi aramî û aştî derbas bikin.”
Serok Barzanê di dawiya peyama xwe de got:
“Hêvî dikim ku ev bibe wesîleya destpêka pêkanî aştî, aramî û îstiqrarê li herêma me û hemû cîhanê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse