Li Çewlîgê otobusa rêwiyan qulibî: Gelek mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan wergeriya, 2 kesan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îro berê sibehê li ser rêya di navbera Erzirom û Çewlîgê de otobusa rêwiyan a Kompanyaya Cesur Bingolê li nêzîkî gundê Kumbetê ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.

Piştî midaxeleya destpêkê tîmên tenduristiyê birindar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.