Hûrgiliyên kuştina 12 leşkeran çi ne?

Hewlêr (Rûdaw) – Li Xakurkê di êrişa gerîlayan PKKyê de 12 leşkerên Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

Derket holê ku gerîlayan di mijê de êrişî leşkeran kiriye û dema şer û pevçûnan mesefeya dîtinê heta bi metreyekê daketiye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê berê ragihandibû ku di vê çalakiya gerîlayan de 4 leşkerên wan hatine kuştin 3 leşker jî hatine birîndarkirin.

Wezaretê piştre daxuyaniyeke din da û got, hejmara leşkerên ku di êrişa PKKyê de hatine kuştin derket 6an û leşkerek jî birîndar e.

Li gorî wê daxuyaniyê leşkerên ku hatine kuştin Ramazan Gunay, Mehmet Serînkan, Çagatay Erenoglu, Yasîn Karaca, Emre Taşkin û Îsmaîl Yazici bûn.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê doh ragihand ku 6 leşkerên wan ên din jî hatine kuştin û hejmara leşkerên kuştî bûye 12.

Li gorî vê daxuyaniyê leşkerên ku paşê hatine kuştin Abdulkadîr Îyem, Ahmet Arslan, Cebraîl Dundar, Semîh Yilmaz, Kemal Aslan û Enes Budak in.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di van şer û pevçûnan de 13 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Hûgilî çi ne?

Li gorî nûçeya NTVyê, gerîlayan di şertên dijwar ên zivistanê û di mijê de bi ser baregeheke leşkerî de girtiye.

Piştî ku leşkeran bersiv daye, şer û pevçûnan rû daye.

Nûçeya da zanîn ku gerîlayên PKKyê çalakî bi çekên lûledirêj, roket û narincokan encam daye.

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyeyê, dema şer û pevçûnan ji ber mij û firtoneya berfê mesafeya dîtinê heta bi metreyekê daketiye.

Herwiha Tirkiyeyê, gelek leşkerên din jî şandine cihê şer û pevçûnan.

HPGyê daxuyanî da

Li aliyê din, HPGyê ji li ser mijarê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku gerîla ji sisê milan ve ketine baregeha leşkerî.

Li gorî vê daxuyaniyê 27 leşker hatine kuştin û gerîlayê bi navê Memyan canê xwe ji dest daye.

Herwiha hat destnîşankirin ku leşkerên bi navên Yavuz Tunç, Samet Emîr Sapan, Îbrahîm Parildar, Emrullah Yildirim, Mehmet Alî Bozkurt û Huseyîn Keskîn jî birîndar in û birînên wan xedar in.

Heta niha ev agahiya birîndaran ji aliyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ve nehatiye pişrastkirin.