Ji bo hin bajarên Bakurê Kurdistanê di asta zer de hişyarî hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li gorî pêşbîniyan îro li gelek parêzgehên Bakurê Kurdistanê barana gur heye.

Herwiha li parêzgehên Erzirom, Erzîngan, Wan û Qersê jî berf dibare.

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê baran û berf dibare.

Li bajarên Bedlîs, Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Mûş, Çewlig, Agirî, Amed, Mêrdîn û Rihayê baran dibare û li bajarên Erzirom, Erzingan, Wan û Qersê jî berf dibare.

Ji bo bajarên Agirî, Çewlig, Bedlîs, Erzerom, Colemêrg, Qers, Mûş û Wanê di asta zer de hişyarî hat dayîn.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyên li van bajaran xwest ku ji bo egera lehî û pirsgirêkên çûn û hatinê hişyar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.

Herwiha li Bakurê Kurdistanê pileyên germê li gorî şertên demsalê asayî ne.