Li Qers, Çewlîg û Erdexanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

24-12-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Çewlîg Erdexan Berf Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Qers, Çewlîg û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê ji bo rojekê dibistan tên girtin û xwendekar naçin dibistanê.

Parêzgariya Erdexanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber barîna berfa zêde û zehmetbûna çûnûhatinê dê roja duşemê dibistan girtî bin û xwendekar naçin dibistanê.

Di heman demê de li navçeya Kanîşerê ya Çewlîgê jî ji bo rojekê dibistan tên girtin.

Qaymeqamê wê navçeyê bi daxuyaniyekê ragihand, “ji ber barîna berfê û pûkê dê roja duşemê navberê bidin xwendinê û dê dibistan girtî bin.”

Herwiha li Qersê jî ji ber ba û berfa zêde dibistan hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst