Mazlûm Ebdî li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir

24-12-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Mazlûm Ebdî PKK Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê HSDyê li ser êrişên Tirkiyeyê got, “Di nava salekê de cara sêyemîn hedefgirtina binesazî û çavkaniyên debara sivîlan li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, polîtîkaya birçîbûn û dagirkeriyê ye ku weke sûcê şer tê dîtin.”

Li Herêma Kurdistanê, şerê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên artêşa Tirkiyeyê de, di du rojên dawî de 12 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin.

Piştî vê yekê artêşa Tirkiyeyê wêstgehên petrolê yên li bajarê Tirbe Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gorî daxuyaniyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê 29 cih hatine bombebarankirin.

“Tirkiye sûcê şer dike”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku Tirkiye sûcê ser dike û wiha got:

“Di nava salekê de cara sêyemîn hedefgirtina binesazî û çavkaniyên debara sivîlan li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, polîtîkaya birçîbûn û dagirkeriyê ye ku weke sûcê şer tê dîtin, ji aliyê dewleta Tirk ve ji bo hedefgirtina gelê me û aramiya herêmê tê meşandin.”

“Tirkiye dixwaze krîzên xwe yên navxweyî hinardeyî derve bike”

Fermandarê HSDyê Mazlûm Ebdî tekez kir ku Tirkiye dixwaze krîzên xwe yên navxweyî hinardeyî derve bike û wiha pê de çû:

“Tevî amadekariyên gel ji bo pêşwazîkirina sala nû bi hêviya aştî û aramiyê û hewlên me yên berdewam bi hevkarên xwe re ji bo dabînkirina îstiqrarê, Enqere li ser polîtîkayên xwe yên êrişkar bi israr e û krîzên xwe yên navxweyî hinardeyî derve dike.”

Rêveberiya Xweser jî daxuyaniyek da

Li aliyê din Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de got, “Dewleta Tirk li dijî herêmên me rêzeqirkirinan pêk tîne û daxwaza wê ew e ku xeleka dagirkeriya xwe fireh bike.

Doh dewleta Tirk a dagirker gelek wêstgehên petrolê, avahiyên stratejîk û xizmetguzariyê yên li herêmên Dêrik û Tirbe Spiyê armanc girt.

Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê da ku ev êriş û hedefgirtin temamkirina êrişên li dijî herêmê yên salên borî ye û armanc jî bêîstîqrarî û aloziyê çêkirin e.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe, di serî de rêxistina DAIŞê ya terorîst piştgiriyê dide terorîstan da ku ev kom xwe bi rêxistin bikin û êrişan pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku êrişên esmanî yên Tirkiyeyê yên li ser tesîsên ku xizmeta gelê herêmê dikin, ji aliyê Neteweyên Yebûyî û saziyên navneteweyî ve bên qeydkirin û belgekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst