Peyama Christmasê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Cejna Christmasê pîrozbahî li Xiristiyanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Christmasê û rojbûna Hezretî Îsa peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:

“Bi vê minasebetê em pabendbûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina çanda bihevrejiyana aştiyane û parastina mafên hemû pêkhateyan dupat dikin.”

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî ji bo cejna Chirstmasê û rojbûna Hezretî Îsa pîrozbahî li Xiristiyanan kir û hêvî kir ku her dem şad bin.

Di nav çend rojan de cîhan dê xatir ji sala 2023yan bixwaze û bixêrhatina sala 2024an bike.

Nêzîkî 2,14 milyar Xiristiyanên Rojavayî û hin Xiristiyanên Rojhilatî 25ê Kanûna Pêşînê wekî Christmas an jî rojbûna Hz. Îsa qebûl dikin.

Xiristiyanên li çar aliyên cîhanê bi gelemperî di şeva Christmasê an jî roja Noelê de diçin dêrê da ku duayan bikin û sirûdên olî ji bo rojbûna Hz. Îsa bixwînin.