Li ser rêya Hewlêr-Giwêrê şewat

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Hewlêr-Giwêrê agir bi rafîneriyeke petrolê ket.

Şewatê şeva borî derdora demjimêr 21:30î dest pê kir û tîmên agirvemirandinê û parastina sivîlan midaxeleyî şewatê kir.

Di dîmenên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin de mezinahiya şewatê xuya dibe.

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Karwan Mîrawdelî ji Rûdawê re got:

“Du tîmên agirvemirandinê ji bo vemirandina agir hatine pêywîrdarkirin. Heta niha em nizanin xisar çi ne.”

Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran da zanîn ku di vê şewatê de agir bi sê tankên gazê ketiye.

Li aliyê din, heta niha sedema şewatê nehatiye diyarkirin lê li gorî îdiayan dibe ku şewat ji ber pirsgirêkeke karebeyê derketibe.