Li Çewlîgê qeza: 8 kes birîndar bûn

24-12-2023
Nîşan Çewlîg Qeza Kanîreş Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê otobusekê li du barhilgiran da, di vê qezayê de 8 kes birîndar bûn.

Qezayê şeva borî rû da, otobusa rêwiyan li ser berfê şemitî û li du barhilgiran xist.

Li gorî nûçeya DHAyê, rêwiyên bi navên D.K. (36), Z.T. (62), S.H., H.A., E.T., A.T. ên di otobusê de û rêwiyekî ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.

Herwiha ajokarê barhilgirê yê bi navê R. Î. jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê hemû birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.

Li gorî agahiyan, rewşa R. Î. ya tenduristiyê xerab e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan / Wêne û Vîdeo: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan