Serokê PÎA: Operasyona dijî DBPê qirkirina siyasî ye

24-12-2022
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed DBP Desteserkirin Mehmet Kamaç
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Serokê Partîya însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç derbarê desteserkirina hevserok û endamên DBPê de got “Bi awayek tekez dibêjim ku ev operasyonên li dijî DBPê encam dane siyasî ye. Bi tu awayî ne cîhê niqaşê ye ku ev operasyonekî qirkirinê ya siyasî ye.”

Bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Amedê di operasyoneke hevdem de li 9 bajarên ku Partîya Heremên Demokratîk (DBP) rêxistinkiriye polisan avêtin ser avahiyên DBPê. Herwiha di heman operasyonê de ji bo hevserokê DBP Keskîn Bayindir jî di tev de ji bo 15 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn û 15 kes li bajarên wek Amed, Riha, Mêrdîn, Dîlok, Agirî, Êlih û Wanê hatin desterserkirin.

Sedema fermî a operasyona li dijî DBP nehat ragihandin. Kesên ku di çarçoveya operasyonê de hatin desterserkirin ji ber ku navenda operasyonê Amed bû, ji bo Amedê hatin veguheztin. Di encama operasyona ku zêdetirî 5-6 saetan dewam kir de polêsan li avahiyên DBPê dest danîn ser harddiskên komputêran û cûre materyalên niviskî yê wan navendan.

Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz got “Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir bira di desteserkirî be. Lê bi hezaran Keskîn Bayindir û bi hezaran kesên gele Kurd ên ku li DBPê xwedî derkevin hene. Kevneşopiya me bi vî rengî heta îro hat. Heta niha bidehan partî û sazîyên me hatin girtin, lê vê gelî her di sîyaseta demokratik de israr kir û xwedî li partîyên xwe derketin.

Berdevka HDPê Ebrû Gunay dibêje “Serdozgeriya Komarî ya Amedê ji sînorê erkê xwe derdikeve û erkê ku destê Dozgeriya Dadgeha Bilind a Komarî de ye ya di derbarê lêgerînê di partiyeke siyasî de bi awayekî derhiqûqî pêk tîne, bi vî awayî ji sînorê xwe derdikeve. Yanî îro lêgerîna ku di avahiya DBPê de hate kirin bi ti awayî ji mafê wan nebû.”

Serokê Partîya însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç ragihand “Bi awayek tekez dibêjim ku ev operasyonên li dijî DBPê encam dane siyasî ye. Bi tu awayî ne cîhê niqaşê ye ku ev operasyonekî qirkirinê ya siyasî ye.”

Di dema lêgerîna li avahiya DBP a Amedê a ku zêdetirî 5 saet dewamkir, li gel HDP, serok û rêvebirên Partîya Însan û Azadî, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistan Sînan Çîftyurek gelek kesayetên siyasî ji bo piştgiriya ji bo DBPê li ber avahîya Partiya Heremên Demokratik (DBP) kombûn.

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistan Sînan Çîftyurek diyar kir“Me wek tifaqa Kurdistanî gavek baş avêt. Çawa dema ku avêtin ser her sê partiyên me em li wir bûn. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de hemû partiyên me li dijî van êrişan em yek deng bin.”

Alîkarê Serokê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya got “Sedema tekez ev e ku di pêvajoya hilbijartinan de dixwazin deste siyaseta Kurd, rol û mîsyona Kurd zeyîf bikin. Endamê wî binçev bikin û bixin heps û zindanan.”

Li gor zanyarîyan di encama operasyonê de hevserokên DBP yên bajarên Amed, Wan, Riha, Dîlok, Mêrdîn, Êlih, Agirî û hevserokê Şirnexê hatine bincevkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst