Li Hezexê kesekî bi çek mamê xwe kuşt

24-12-2022
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezex a ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê, di navbera mam û birazî de şer derket û mam canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan li gundê Xanaheso ya ser bi navçeya Hezex a parêzgeha Şirnexê kesê bi navê M.A bi tifingê gule li mamê xwe N.A reşand û di encamê de mamê wî giran birîndar dibe.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

N.A yê giran birîndar bûyî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezex hat veguhestin, lê tevî hemû hewildanên pizîşkan canê xwe ji dest da.

M.A. yê bi tifingê êrişî mamê xwe kirî jî ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.

Li gorî agahiyan berê jî di navbera mam û birazî de pirsgirêkên malbatî hebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst