Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê derbarê êrişa li Parîsê de peyam da
Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî Amerîkayê ya li Hewlêrê bi boneya êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê peyameke serxsaxiyê belav kir û ragihand ku ew di vê roja trajedî de hevsoziya xwe li gel endamên civaka Kurd û xelkê Fransa nîşan didin.
Karvedanên li hember êrîşa duh ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê ku sê kesên Kurd canê xwe ji dest dabûn bedewam in.
Konsulxaneya Giştî Amerîkayê ya li Hewlêrê jî êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê şermezar kir û hevxemiya xwe bo qurbaniyên wê êrîşê nîşan da.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê dibêje Ew di vê roja trajedî de hevsoziya xwe li gel endamên civaka Kurdî û xelkê Fransa nîşan didin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyên êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê dike. Di vê roja trajîk de em bi raman, dua û hevgirtina xwe bi civaka Kurd û gelê Fransa re ne.”
U.S. Consulate General Erbil sends it deepest sympathies to the victims of the attack at the Kurdish cultural center in #Paris. Our thoughts, prayers and solidarity are with the members of the #Kurdish community and people of #France on this tragic day. pic.twitter.com/k9VOv3Vqsi
— U.S. Consulate General Erbil (@USCGERBIL) December 24, 2022
Duh li navenda Parîsa paytexta Fransayê kesekî temen 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Ew welatiyên Kurd ku canê xwe ji dest dane ev in: Hunermend Mîr Perwer xelkê navçeya Gimgima Mûşê, Emîne Kara xelka navçeya Qilebana Şirnexê û Ebdullrehman Kizil.
Kesê Êrîşkar ku ji aliyê polîs ve hatiye girtin û heta niha sedema li pişt êrîşê nehaitye zanîn.