Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bang li diyasporaya Kurdî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrîşa li Parîsê ya dijî civaka Kurdan şermezar kir ku di encamê de 3 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û got, “Ez bang li diyasporaya Kurdî dikim ku aram bin. Bila em bi ti hincetan dest neavêjine tundûtûjiyê.”

Li navenda Parîs a paytexta Fransayê roja Înê 23ê Berfanbara 2022an kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nîvê şeva Înê li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Ez ji ber êrîşa hovane ya îro ya li Parîsê li dijî civaka Kurd gelekî nîgeran im. Fikr û ramanên min bi malbatên qurbaniyan re ne.”

Piştî êrîşê hinek kesan xwepêşandan kirin û di navbera xwepêşander û Polîsên Parîsê de alozî derketin. Mesrûr Barzanî li ser xwepêşandanan anî ziman, “Ez bang li diyasporaya Kurdî dikim ku aram bin. Bila em bi ti hincetan dest neavêjine tundûtûjiyê.”

Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman, “Ez di wê baweriyê de me ku hevkarên me yên Fransî ji bo parastina civaka Kurd li seranserî welêt û darizandina tawanbaran wê dudil nebin.” û got, “Gelek tiştên me yên hevpar hene. Em bi hev re li dijî terorê şer dikin û li kesên ku ji ber tundûtûjî û şer koçber bûne xwedî derkevin.”

Êrîşa roja Înê ya Parîsê ji aliyê Fransîyekî 69 salî ve hat kirin û piştî ku ciwanên Kurd ew girtin dane destê polîsan.

Heta niha sedema êrîşê nehatiye piştrastkirin lê dozgerê Parîsê Lore Beque got ku êrîşkar, şofêrê trênê bûye lê berî salekê ji ber êrîşkirina li ser 2 koçberan hatibû girtin û vê dawiyê bi kefalet hatiye berdan.