Li nêzikî çiyayê Hemrîn qeza: 6 kes ji malbatekê mirin

24-12-2021
RÛDAW
Nîşan Hemrîn Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama bûyereke trafîkê de li ser rêya Tikrît-Kerkûk û li nêzikî çiyayê Hemrîn, 6 kesên endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Hatinûçûna Kerkûkê Amir Nerîman ji Rûdawê re ragihand, bûyera trafîkê di navbera otomobîlek û barhilgirekê de çêbû û di encamê de 6 kesên endamên malbatekê jiyana xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, ew malbat xelka Rûmadî û Felluce bû û ji bo bêhvedana serê salê, dixwestin biçin Silêmaniyê, lê rastî wê bûyera trafîkê hatin.

Her li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê di nav qurbaniyan de zarokekî biçûk û jinek jî heye û cenazeyên qurbaniyan bo morga Nexweşxaneya Kerkûkê hatine veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst