Dadgehê derbarê Bekir Kaya de biryarek da
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaredariya Wanê bi 8 sal û 3 mehên girtîgehê hat cezakirin.
Dadegeha Bilind a Tirkiyê 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê Hevserokê berê yê HDPê yê Wanê Bekir Kaya pesend kir.
Îro 24ê Kanûna 2021ê cezayê 8 sal û 3 meh ên girtîhgehê, yê Hevserokê berê yê Şaredariya Wanê Bekir Kaya, ji aliyê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ve hat pesendkirin.
Bekir Kaya ku ev pênc sal in di girtîgehê de ye. Kaya bi hincetên wek “xwepêşandanên neyasayî, alîkarî û endamtiya rêxistinê û gefxwarina bi navê rêxistinan”, hatibû desteserkirin û bi 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dihat darizandin.
Di Kanûna 2016ê de hevserokê wê demê yê Şaredariya Wanê Bekir Kaya û hejmarek karmendên Şaredariya Wanê hatibûn desteserkrin û bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm li ser şaredariyê hatibû danîn.
Di hilbijartina xwecihî ya sala 2019ê de HDPê li Wanê ji sedî 53.83ê dengan bidest xist. Ak Partiyê ji sedî 40.51ê dengan bides xist.
Bi vî awayî careke din Şaredariya Wanê bû pişka HDPê ,lê 19ê Tebaxa 2019ê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi heman hincetan careke din qeyûm danî ser şaredariya Wanê û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê.