Krîstiyanên Duhokê amadekariya cejna sersalê dikin

24-12-2021
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Krîstiyanên Duhokê amadekariya cejna sersalê dikin
Krîstiyanên Duhokê amadekariya cejna sersalê dikin
Nîşan Krîstiyanên Duhokê Kulîçe Jidayîkbûna Mesîh Cejna Sersalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Salane roja 25 meha 12an ji aliyê Krîstiyanan ve cejna jidaykbûna Hezretî Mesîh tê pîrozkirin. Li Başûrê Kurdistanê yek ji pêdiviyên cejnê li cem Krîstiyanan çêkirina kulîçan e. Her çend beşek ji xelkê Krîstyan ji bo xwe kulîçeyên kargehan dikirin lê hêj hindek ji wan kulîçeyan bi dest çêdiken û dibêjin ew bi tamtir in.

Gundê Tilan li qeza Şêxan, xelkê gundê ku Krîstyanin, karê cejna jidayîkbûna Îsa pêxember dikin. Çêkirina kulîçan ji berçavtirîn pêdiviyên cejnê ne. Fewziya digel keç û bûka xwe, mijûlî çêkirina kulîçan in. Hevîrê taybet ê ji ar, av û zeytê hatiye amadekirin.

Her çend gelek malbat kulîçên amadekirî yên kargehan dikirin, lê vê malbatê divê yên destçîkirî amade bikin ji ber ku tama wan ciyawaz e.

Welatiya Krîstiyan Fewziya Dawûd got “Her sal em kulîçan bo cejnê çêdikên. Em pê kêfxweş in. Diçîn bazarê gûz, xurmê û gûzê Hindê dikrîn, hemû tişta dikrrîn. Bi helkefta cejnê, em kêfxweş dibîn. Bi cejnê û kulîcên xwe, cejn gelek ya xweş e, em hemû kom dibîn, serûpiyan çêdikin, kulîça çêdikin, hemû tiştan çêdikin, em pê kêfxweş dibin.”

Mêjûya çêkirina kulîçan li cem Krîstiyanan kevne, di cejn û helkeftên xweşiyan de tê çêkirin, rûyekê olî û komelayetî heye.

Mixtarê gundê Tilan Hena Emanûêl diyar kir “Bi rastî di vê cejna jidayîkbûna Îsa pêxember de silavê xwedê li ser bin, giring e kulîçe bêne çîkrin. Ev kulturek e, lazime kulîçe bêne çêkrin. Em wek Mesîhî ev edetekê me ya gelek kevne. Niha xelk diçin dikirin, lê bi taybet yên di gund de lazime bidestê xwe çêkin. Hesab bikin heke kulîçe nebin, cejn nîne.”

Malbatên Krîstyan li gor heza xwe li gurî pêdiviyatiyan kulîçan çêdikin, daku di cejnê de tîkelî xweşiyên xwe bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst