Li Mêrdînê dest bi ser 117 hezar û 800 lître alkola qaçax de girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Stewrê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de dest bi ser 117 hezar û 800 lître alkola qaçax de hat girtin.
Li ser agahiya ku alkola qaçax çêdikin û berî sersalê dê bixin bazara, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê operasyon bir ser kargehên Z.S, F.G. û M.E.
Di operasyonê de di hundirê tank û bîdonan de 117 hezar û 800 lître şaraba sor û spî hat dîtin, û Z.S, F.G. û M.E. hatin desteserkirin.
Li ewlekariyê derbarê gumanbaran de karûbarên yasayî berdewam e.