Li Mêrdînê dest bi ser 117 hezar û 800 lître alkola qaçax de girtin

24-12-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Mêrdîn Alkol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Stewrê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de dest bi ser 117 hezar û 800 lître alkola qaçax de hat girtin.

Li ser agahiya ku alkola qaçax çêdikin û berî sersalê dê bixin bazara, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê operasyon bir ser kargehên Z.S, F.G. û M.E.

Di operasyonê de di hundirê tank û bîdonan de 117 hezar û 800 lître şaraba sor û spî hat dîtin, û  Z.S, F.G. û M.E. hatin desteserkirin.

Li ewlekariyê derbarê gumanbaran de karûbarên yasayî berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst