DUHOK – ‘Mala Civîn’ bo zarokên sêwî yên destê DAIŞê hat vekirin

Duhok (Rûdaw) - Li Komelgeha Şariya ya li parêzgeha Duhokê cihek bi navê Mala Civîn hat vekirin. Di wê malê de zarokên bê xwedî têne perwerdekirin ku dayik û bavên wan bi destê DAIŞê hatine kuştin.

li Mala Civîn, 30 zarokên Kurdên Êzidî yên bêkes û sêwî têne perwerdekirin. Herwiha 110 zarokên din ên sêwî jî li wê malê perwerdeyê dibînin, lê li cem mirovên xwe dimînin.

Di encama êrîşa DAIŞê ya bo ser Şingalê de 2 hezar 764 zarok bê dayik û bav man. Piraniya wan zarokan ji aliyê xizmên xwe ve têne xwedîkirin, lê ji bo beşeke wan jî navend hatine vekirin, ku yek ji wan jî Mala Civîn a li Komelgeha Şariya ye.

Sîdar Xelef yek ji wan zarokan e, ew ji Rûdawê re dibêje: “Mala Civîn gelek xweş e, yariyan nîşanî me didin hunerê nîşanî me didin, em gelek asûde ne piştî ku em hatin vir.”

Xoxê Xelîl kêfxweşiya  xwe bi vekirina projeyê tîne ziman û dibêje: “Projeya wan gelek baş e, Yûgayê nîşanî me didin, werzişê nîşanî me didin. Xwandina alfabeya îngilîzî nîşanî me didin.”

Mamostayên wan di warên cuda de şareza ne, her yek li gor pisporiya xwe serederiyê li gel dike, hewl didin bibin şûngir ji bo germiya malbatê ku wan ji dest dane.

Selwa Seido dibêje:“Destpêkê gelek zehmet bû serederiya li gel wan, bê dayik û bav. Gelek tundûtîjî dîtibûn, me bawer nedikir wisa em bikarin wan fêr bikin.”

Şemal Selim jî dide xuyakirin, “zarokên tên vir derûniya wan gelek xirab e, me li vir lêkolerên derûniyê hene û ew çavdêriya wan zarokan dikin.”

Mala Civîn ji aliyê Kurdekî Êzidî ve bi awayekê xêrwazî tê piştevanîkirin.

Rêveberê Mala Civîn, Kawe Îdo jî dibêje: “Em bi niyazin ku proje berdewam be û ta niha ti demek nehatiye diyarkirin ku heta kengê, lê belê em dê li vê projeyê xwedî derkevin.”

Li sînorê parêzgeha Duhokê, 4 malên xwedîkirina zarokên sêwî hene ku dayik û bavên wan di êrîşên DAIŞê de canê xwe ji dest dane.