ŞINGAL - Heyder Şeşo: Pêşmergeyên me hatin berdan

24-12-2018
RÛDAW
Nîşan Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo Pêşmerge Heşda Şeibî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê ragihand, ew pêşmergeyên wan ku duh bi şev ji aliyê hêzeke Heşda Şeibî ve hatibûn girtin, berî demekê hatin berdan.

 

Heyder Şeşo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ew pêşmergeyên ku ji aliyê hêzeke Heşda Şeibî ve hatibûn birin, hatin azadkirin”. Şeşo tekez kir: “Hemû pêşmergeyên me yên girtî, îro piştî nîvro hatin berdan”.

 

Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê da xuyakirin, hêj beşek ji çekên pêşmergeyan heta niha li cem hêzên Heşda Şeibî mane û got: “Hêj 7 Klaşînkof û du demançeyên me li cem Heşdê mane û me daxwaza wan jî kiriye”.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, di demjimêr 01:30 nîveşeva îro Duşemê (24-12-2018), hêzeke milîsên Bedir a ser bi Heşda Şeibî, li ser navê artêşa Iraqê û Îstixbarata Iraqê, li navenda qezaya Şingalê bi ser baregeheke Hêza Parastina Êzidxanê de girtibû û 30 pêşmergeyên wê hêzê girtibûn û bi xwe re biribûn.

 

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, derdora hezar pêşmergeyên ser bi Hêza Parastina Êzidxanê bi serpireştiya Heyder Şeşo li Şingalê mabûn û niha ew hêz li çend cihên bajarokê Sinûnê û Şingalê bi cih bûne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst