Li Kerkûkê fermanber forma giştpirsiyê tejî dikin

Kerkûk (Rûdaw) - Li bajarê Kerkûkê forma beşdarîkirin di giştpirsiyê de bi ser fermanberan de tê dabeşkirin û endamekî Encumena Parîzgeha Kerkûkê jî ragihand “Hin kes ji bo tirsandina Kurdan wî karî dikin"

 

Serokê Komîteya Ewlekariyê li Encumena Parîzgeha Kerkûkê  Azad Cebar  ji Rûdawê re ragihand, li Kerkûkê di giştpirsiya 25ê Îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de li hinek dezgehan bi ser fermanberan de hatiye dabeşkirin.

 

Derbarê dabeşkirina wê formed Azad Cebar wiha got ew form di nava hin fermangehên taybet de hatiye belavkirin ne tevahiya fermangehan û tekez dike li gorî zaniyariyên wan ew form di nava fermangehên " Perwerde û Tendrûstiyê hatiye belavkirin,

 

Azad Cebar destnîşan kir ku hikûmetê ew kar nekiriye û hin kesan ji bo tirsandina fermanberên Kurd ew kar encam dane.

 

Serokê Komîteya Ewlekariyê li Encumena Parîzgeha Kerkûkê  ew yek jî eşkere kir ku aliyên din ên Encumena Parêzgehê ji wî karî hatine haydarkirin û tekez kirine ku ew kar neyasayî ye û divê bê rawestandin û eger ne wisa be dê karvedanan li pey xwe bîne .

 

Rêveberiya Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê pêk anîbû û di referandûmê de jî sedî 93ê dengê ‘Erê' derketibû. Piştî pêkanîna referandûmê di seride Tirkiye, Îran, İraq û gelek welatan bertek dabûn.

 

Roja cotmeha 2017ê çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî bi piştevaniya Supaya Pasdaran a îranî bi çekên giran êrişî Kerkûkê kirin û bajêr kontrol kirin. Çekdaran alên Kurdistanê li ser hemû avahiyên fermî û cihên giştî anîbûn xwarê.

 

Nivîsîn: Aydin Bayram