Şervanên jin ên siryanî krîsmîsê li eniyên şer derbas dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema berdewamiya êrişên DAIŞê, şervanên jin ên siryanî, li şûna ku beşdarî şahiyên krîsmisê bibin, li çeperên şer li pişt çekên xwe radiwestin.

 

Êrişên DAIŞê li ser herêmên rojavayê Kurdistanê û şerê hêzên pêkhateyên herêmê li dijî çekdarên rêxistina navborî jiyana xelkê bi tevahî guhertiye. Bi sedema vî şerî, hejmarek ji şervanên jin ên siryanî, li şûna ku şahiyên kirîsmisê beşdar bibin, ew li eniyên şer li paş çekên xwe radiwestin û dibêjin ku ew xelkê xwe diparêzin.

 

Şervanên jin bi vê rola xwe şad in û dibêjin ku erkê wan e, ku zarok û xizmên xwe biparêzin da ku ew karibin bi aramî şahiyên cejnê bigerînin.

 

Şervana bi navê Tîma wiha dibêje: "Divê em berevaniyê di ber herêma xwe de bikin. Bi hêvî me ku xêr û aştî belav bibe û cejna hemû cîhanê pîroz be. Bi taybet dayikên şehîdan ku zarokên xwe kirin qurbanî daku me biparêzin. Em jî dixwazin weke wan berevaniyê bikin û li eniyên şer bin her çiqas ew li ber agirê sobeyan û roniyên kirîsmsê bin. Em dixwazin pasevan bin û xwe bikin qurbanî di ber xelkê mezlûm de."

 

Şervanên jin yên siryanî dibêjin ku ew kêfxweş in çimkî ew berevaniyê di ber xelkê xwe de dikin.

 

Şervana bi navê Ormê wiha got: "Ez kêfxweş im li gel hevalên xwe li vir da ku em yek dest bin. Kesûkarên me şahiyê dikin û em li vir weke pasevanên wan in."

 

Şervana bi navê Isra jî anî ziman weke ku DAIŞ şerê wan dike, ew jî dê şerê DAIŞê bikin û kesûkarên xwe biparêzin û wiha domand:

 

"Ji niha û pêve, ezê şerê wan bikim. Weke çawa ew şerê me dikin, me dikujin û zulmê li xristiyana dikin, ezê li ser xaka welatê xwe şerê wan bikim. Ez li vir im daku jiyana normal ji xelkê xwe re dabîn bikim, da ku hinekî barê wan sivik bikim û ew jî şahiyên cejnê pîroz bikin."

 

Şervanên siryanî yên jin tevlî refên YPGê li gundewarên rojhilatê başûrê parêzgeha Hesekê bûne û di nav hêzên Sûriyeya Demokratîk de li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin.