Prof. Dr. Erdem: Divê kurd biben yek

 

Amed (Rûdaw)- Mamosteyê Zanîngeha Dîcle yê Beşa Hiquqê Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem got: “Heta pirsgirêka kurdan çareser nebe  pirsgirêka Rojhila Navîn çareser nabe. Divê kurd jî vê yekê bibînin û tevbigerin.”

Piştî ku Şingal hat rizgarkirin li ser wê serkeftina leşkerî nîqaşan dest pê kir.

Endamê şanda “Mirovên Aqilmend” Prof. Dr. Fazil Husnu Erdem ji Rûdawê re ragihand ku cara ewil e ku kurd di aliyê leşkerî de bi hev re li Şingal û Kobanî li dijî DAIŞê tevdigerin.

Prof. Dr. Erdem wiha got: “Nîqaşên ‘Konferansa Neteweyî’ dîsa dest pê kir. Piştî civîna Dihok li Rojavayê Kurdistanê gavên yektiyê tên avêtin û ew yek jî hêviyê çêdike. Em hêvî dikin ku piştî serkeftina leşkerî ya li Şingalê di aliyê siyasî de jî yekîtî pêk bê.”

Erdem anî ziman ku heger kurd bibin yek dê pirsgirêka wan bê çareserkirin û wiha domand:

“Salên 70an pirsgirêka Rojhilata Navîn girêdayê Filîstinê bû. Êdî girêdayî av, petrol û pirsgirêka kurdan e. Heta pirsgireka kurdan çareser nebe pirsirêka Rojhila Navîn çareser nabe. Divê kurd jî vê yekê bibînin û tevbigerin.”