Kurdên li Ewropa bi rojeyan vedigerin Kurdistanê

24-12-2013
ZEKİ OZMEN
A+ A-


Hollanda (Rûdaw) - Dr. Receb Hesen Senan ku li Hollandayê bijîşktî dikir, yek ji Kurdên ku biryara vegera Kurdistanê da. Ew roja şemiyê bi projeyeke demdirêjî ji balefirgeha Amsterdamê vedigeriya Başûrê Kurdistanê.

Piştî rewşa Başûrê Kurdistanê ya siyasî aram bû û pêngavên mezin yên aborî tên avêtin, gellek Kurdên ji Başûr yên ku wekî penaber hatibûn Ewropayê niha ji bo niştecihbûnê vedigerin Kurdistanê. Hejmara kesên di warên cuda de pispor in û ya akademîkeran di vî alî de berbiçav e.

Pêşiya vegere Kurdistanê ya Dr. Receb Hesen Senan me li mal û nivîsgeha wî ya li Hollandayê ku lê nexweşên xwe kontrol dike çavpêketinek pê re kir. Senan wê wê yekser li Zanîngeha Duhokê dest bi hîndekariyê bike. Pêre jî ewê xebatên bicihkirina sîstema “doktoriya malê“ li Kurdistanê re mijûl bibe.         
                                     

Dr. Receb Hesen Senan ji Bamernê ye û li Duhokê mezin bûye. Wî piştî xwendina li Duhok û Silêmaniyê, di sala 1986ê de li zanîngeha  Selaheddînê li Hewlêrê xwendina xwe ya tibê qedandiye.

Piştî karkirina li nexweşxaneya Duhokê, wî di dema serhildana 1991ê de jî berpirsiyariya birêxistinkirina doktorên li nexweş û birîndaran dinêrtin rakiribû ser milên xwe. Ew van rojan wiha tîne bîra xwe: “Li Korevê, li Çelê li ser sînor ligel doktorên frensî, hollendî û belçîkî me karî kar birêxistin bikin û alîkariya milet bikin, heta xelk zîvirîn.“

Piştî vegerê jî wî karê xwe berdewam kiribû. Wî herwiha di nava xwebirêxistinkirina xwecihî ya bijîjkî de jî cih girtibû: “Wî wextî karê me zehmet bû. Rejîma Saddam hemû dezgehên tenduristiyê ji Kurdistanê vekişandibûn. Me wê demê li herêmên cuda 11 navendên tendûristiyê li Kurdistanê ava kirin.“

Hem kêfxweş e û hem jî bi tirs e

Dr. Receb Hesen Senan di sala 1993ê de wekî penaber tê Hollanda. Wî di nava demê de xwe fêrî zimên kir û mastera xwe jî wergirt. Piştî xwendina sê salan, ev şeş sal bûn ku ew li Hollanda xwediyê nivîsgeha bijîşkî bû û wekî „doktorê malê“ kar dikir. Wî herwiha mafê dersdayina li zanîngehan jî bi dest xistiye.

Ew ê van rojan li Zanîngeha Duhokê dest bi hîndekariyê bike. Ji aliyekî ve digel dersa tibê, ewê wekî beş xwendekaran hînî pergala “doktorên malê“ jî bike. Pê re jî ewê digel hevkar û piştgiriya birêveberiya herêmî û ya hikûmetê xebata bicihkirina sîstema “doktorê malê“ bimeşîne.

Derbarê zehmetiyên li ser biryardayina vegera welêt jî Dr. Receb Hesen Senan wiha dibêje: “Ji kerema Xwedê çi kêşe derneketin. Me wekî malbat biryar bi rengekî hêdî hêdî da û me ligel hev nîqaş kir û bi wî awayî biryara vegerê da.“

Dr. Receb Hesen Senan wiha behsa devjêberdana jiyana xwe ya li Hollanda dike: “Zehmet e, 20 sal in li vir im û zarokên min jî li vir hatine dinê. Li vir xwendine. Ez fêrî ziman û çanda vêderê bûme. Min nivîsgeha xwe li vir ava kiriye. Careke din dev jê berdim û biçim careke din ji sêrî destpêbikim ne tişteke hesanî ye. Lê beramberî vê jî giringiya wê heye. Eger em bikaribin digel hevalên em bi hev re herin, bingeheke durist li Kurdistanê daynin, xewna min ew e em sîstema “doktorê malê“ li Kurdistanê daynin. Li welatên cîran jî kesekî şehreza wekî ya grupa me ya biçe Kurdistanê nîne.“

Li ser bertekên nexweşên wî yên Hollandî derbarê vegera wî de ew van serpêhatiyan parve dike: “Nexweşên min ne dilnexweş bûn. Lê dema zanîn ezê bi çi mebestê vegerim, pîrozbahî dan min. Gellek kesan nivîsên dirêj ji min re nivîsandin.“

Li ser pirsa gelo çi tirsa wî ya piştî vegera welêt heye, ew wiha axivî: “Bi rastî tirs heye. 20 sal in ji wir dûr bûme. Hersal çûme wê derê lê dîsa 20 sal in ne li wir im û guherîn ketiye wêderê. Ez hatime û wekî xwe mame lê yên li wêderê wekî xwe nemane. Tirsa min ev e.“

´Sîstema doktorê malê kar hesanî dike`

Ew bi hêviye ku bikaribe bi awayekî rêk û pêk projeya ku li pêşiya xwe daniye birêve bibe. Herwiha serokê Daîreya Tenduristiya Duhokê, Dr. Nizar piştgiriya projeyê dike û ew piştrast e ku wê projeya bicihkirina “doktorên malê“ bi ser bikeve.

Dr. Receb Hesen Senan hinek taybetiyên sîstema “doktorên malê“ wiha bilêv dike: “Ev sîstem hem ji bo doktor û hem jî ji bo nexweşan bikêr e. Dosyaya nexweşan li cem doktorê malê heye. Hem derman û hem jî tedawiyên dîtî hemû li cem doktorê malê tên tomarkirin. Kengî emeliyat hatiye kirin û di malbatê de çi nexweşî hene jî di dosyayê de têne tomarkirin. Tu wekî endamekî malbatê ligel wan mezin dibî û hemû tiştê nexweşên te li cem te ye û tu dizanî çi kêrî tê û çi kêrî nayê. Ez jî wekî doktor zanim heta niha çi derman xwarine, kengî bi çi nexweşiyê ketine. Ev hemû karê doktoran hesanî dike. Ji bo doktorên din yên wekî yê mêlakê, dil û hwd. jî kar hesanî dibe. Dema doktorekî derve yê daxilî derve pêwist bibe, doktorê malê nexweş hewale dike. Piştre jî ew doktor bi nivîskî derbarê encamê kontrolê de doktorê malê agahdar dike. Ev yek hem karê doktor û hem jî yê nexweş rehet dike. “

Dixwaze herdu xeyalên xwe pêk bîne

Dr. Receb Hesen Senan ji mêj ve di nava amadekariyên vê projeyê de ye. Ew ji beriya demekî digel sê hevalên xwe yên ku dikarin li zanîngehê dersê bidin kombûnê dikin: “Me li Duhokê têkilî danî û serokê Daîreya Saxlemiyê Dr. Nizar bi singekî berfireh pêşwaziya me kir û hemû şiyanên xwe ji bo evkar serketî be terxan kir. Niha jî pêngava duyê destpêkir. Niha ez û hevalekî Hollendî projeyê dikin ser kaxezê. Ew hersê heval, ez û ew hevalê Hollandî di nava projeyê de ne. Emê yan meha Nîsanê, yan jî ya Gulanê bi hazirbûna cenabê wezîr û kesên din yên daîreyên tenduristiyê projeyê bidin nasîn. Ev xewna me ye. Ger em bingeheke baş daynin, hêviya me ew e ku piştî 10 yan 20 salan êdî sîstema doktorê malê li Kurdistanê rûne. Hollanda ev 30 sal in destpêkiriye û niha nû rûniştiye. Lê feyda me ew e ku ew zanîna wan 30 salan kom kiriye, ev zanîna me heye, em careke din tê re naborin. Lê belê li ser danana ser erdê wext lazim e.“

Dr. Receb Hesen Senan di dawiyê de behsa projeyeke xwe ya din ya ku wekî xewna xwe ya duyemîn bilêv dike: “Xewna min ya 2yê jî ew e ku konferansa navnetewî ya doktorên malê li Kurdistanê bê lidarxistin. Ev konferansa navnetewî par li Viyanayê bû, îsal li Pragê bû, sala bê Lisabon û di 2015ê de li Stenbolê ye. Xewna min ew e ku di 2020 an jî 2022ê yê ev konferans li Hewlêrê were lidarxistin.“

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst