Encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin pesendkirin

24-11-2024
RÛDAW
Nîşan Neberd Umer Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê Serokatiya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neberd Umer ragihand ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kirin.

Serokê Desteya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê yê Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê Neberd Umer ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku encamên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin pesendkirin.

Neberd Umer li ser hilbijartinan wiha got:

"Biryara pesendkirina hilbijartinên dewra 6an a Parlamentoya Kurdistanê derket.

Tenê ew yek maye ku biryar were nivîsandin û ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê re were şandin.

Îro dê belgeya pesendkirinê û tevî biryarê û navê 100 parlamenterên ku hatine hilbijartin ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re bên şandin.

Hêvî dikim di demeke nêzîk de hikûmet were avakirin.”

18ê Çiriya Pêşîn dengdana taybet û di 20ê Çiriya Pêşîn jî de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin kirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê 30ê Çiriya Pêşîn encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72,6 e.

Komîsyonê diyar kir ku li gorî encamên fermî hejmara kursiyên partiyan wiha ye:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî

Newey Niwê (Nifşê Nû): 15 kursî

Yekgirtû: 7 kursî

Komel: 3 kursî

Helwest: 4 kursî

Eniya Gel: 2 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: Kursiyek

Goran: Kursiyek

Li gorî pêrewa Parlamentoya Kurdistanê divê Serokê Herêma Kurdistanê di nava 10 rojan de ji parlemanterên xula nû bixwaze ku li ser encamên hilbijartinên parlamentoyê bicivin.

Heger di nava 10 rojan de Serokatiya Herêma Kurdistanê ji parlamenteran daxwaza civînê nekir roja 11an parlamento ji bo pesendkirina encamên hilbijartinan dikare bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst