Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê rêjeya firotina xaniyan ji biyaniyan re di nava 2 salên dawî de her diçe kêm dibe û biyanî li cihê Tirkiyeyê berê xwe didin welatên Kendavê û Qibrisê.
Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), çiriya pêşîn a îsal 2 hezar û 122 xanî ji biyaniyan re hatine firotin.
Firotina xaniyan ji biyaniyan re di meha çiriya pêşîn de, li gorî heman meha sala borî bi rêjeya ji sedî16,3 kêm bûye.
Di çiriya pêşîn a îsaîl de de herî zêde welatiyên Rûsya, Îran û Ukraynayê li Tirkiyeyê xanî standine.
Welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê piştî Almanyayê di rêza pêncan de cih digirin.
Li Tirkiyeyê ji destpêka 2024an heta çiriya paşîn, firotina xaniyan ji biyaniyan re ji sedî 37,2 kêm bûye.
Di van deh mehên borî de 19 hezar û 212 xanî hatine firotin.
Li gorî emlakfiroşên Tirk û Îranî, li Tirkiyeyê ji ber bihayê xaniyan zêde ye, êdî biyanî û bi taybetî Îranî ji bo standina xaniyan berê xwe didin Dubaî û Qibrisê.
Li Stenbolê bi sedan emlakfiroşên Îranî hene. Li gorî wan, li Tirkiyeyê ji ber bihayê zêde yê xaniyan êdî biyanî û welatiyên Îranê ji bo standina xaniyan berê xwe didin Dubaî û Qibrisê.
“Bihayê xaniyan gelekî zêde bûye”
Xwediyê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Richmondê Menûçehr Rustemî li ser bihayê xaniyan got:
“Sektora emlakê li Tirkiyeyê hem ji ber kêmnbûna lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî hem jî ji ber ku kompanyayên avahîsaziyê xaniyan biha dikin gelekî di tengasiyê de ye.
Bihayê xaniyan li gorî bihayê dolar bilind dikin. Ev jî dibe sedem ku êdî biyanî nikarin wekî berê li Tirkiyeyê xaniyan bistînin. Çimkî êdî bihayê xaniyan ji re jî zêde ye.”
Di çiriya paşîn a îsal de para firotina xaniyan ji biyaniyan re di nav firotina tevahî ya xaniyan de bûye ji sedî 1,3. Bajarên ku herî zêde xanî ji biyaniyan re hatine firotin ev in: Antalya 750, Stenbol 724 û Mersîn 148 xanî.
Li gorî emlakfiroşên Tirk, bihayê xaniyan li ser bihayê dolar û euro pir zêde bûye û bihayê xaniyan salane ji sedî 170yî zêdetir giran bûye.
“Bihayê xaniyan li gorî dolar û euro tê diyarkirin”
Emlakfiroşê bi navê Fatih Gok jî li ser giranbûna bihayê wiha got:
“Li gorî par firotina xaniyan ji biyaniyan re gelekî kêm bûye.
Çimkî êdî bihayê xaniyan li ser bihayê dowîz hat destnîşankirin.
Ev yek jî bû sedem ku firotina xaniyan ji biyaniyan re kêm bibe.
Li aliyê din kotaya firotina xaniyan jî dibe asteng. Mesela li Stenbolê li hin herêman kota tijî bûye. Ev jî sedemeke din e.”
Piraniya biyaniyan ji bo standina mafê hevwelatiniya Tirkiyeyê xaniyan distînin.
Ji bo biyanî karibin mafê hevwelatiniya Tirkiyeyê bidest bixin lazim e bi 400 hezar dolarî xanî bistînin.
Mafê mayîn û mafê rûniştinê jî 200 hezar dolar e.
Di sala 2022yan de ji biyaniyan re 67 hezar û 490 xanî hatiye firotin. Di sala 2023yan de ev rêje ji sedî 48,1 kêm bûye û daketiye 35 hezar û 5 xaniyan.
Li Tirkiyeyê ji ber enflasyona bilind û piyasaya bêkontrol, bihayê xaniyan hem ji bo welatiyan hem jî ji bo biyaniyan gelekî giran e.
Ji loma jî di heyama Kanûna Paşîn a 2024an heta Çiriya Pêşîn a îsal, firotina xaniyan ji biyaniyan re ji sedî 37,2 kêm bûye û wekî 19 hezar û 212 xanî hatine firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse