Şaredariya Amedê hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Amedê hişyariya baran, ba û bahozeke bihêz da û ji xelkê xwest ku tedbîrên xwe wergirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di daxuyaniyekê de ragihand ku li gorî pêşbîniyên avhewayê dê îro li parêzgeha Amedê û parêzgehên derdora wê Riha, Mêrdîn û Êlihê, piştî nîvro baraneke gûr bibare.

Şaredariyê diyar kir ku li gorî pêşbîniyan dê ji danê nîvro û pê ve ji başûrê parêzgehê ba û bahozeke bihêz were ku hêza wê di saetekê de di navbera 50 heta 70 kîlometreyan de ye.

Şaredariyê ji xelkê xwest ku derbarê her pêşhateke neyînî ya avhewayê de tedbîrên xwe wergirin.

Şaredariya Amedê bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî) yên Kurdî û zimanê Tirkî bangî Amediyan kir û got:

"Hişyara Meteorolojiyê! Roja Yekşemê 24.11.2024 li herêma me ji danê nîvro ve ji aliyê başûr ve ba û bagereke bihêz tê pêşbînîkirin.

Ji ber vê rewşa ku tê pêşbînîkirin bi leza 50-70 km di saetê de bager rabe hişyariya baldariyê tê kirin.

Dema Destpêk - Dawî: 24.11.2024 – 00:00 24.11.2024 – 18:00 . Ji hemû gelê me re tê ragihandin."