Dê AK Partî di destûra nû de cih bide mafê zimanê dayîkê?

24-11-2024
RÛDAW
Nîşan Abdullah Guler Kurdî Efûya Giştî AK Partî Destûra Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûda) - Serokwekîlê Grûpa AK Partiyê Abdullah Guler ragihand ku di rojeva wan de ne efûya giştî û ne jî mafê zimanê Kurdî di destûra nû ya Tirkiyeyê de heye.

Serokê berê yê Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) Ufuk Urasê çend rojan berê çûbû serdana Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ku van demên dawî bi gotinên xwe yên li ser pêvahoja çareseriya pirsa Kurd di rojevê de ye.

Uras piştî serdanê gotibû ku bi qasî ew dibîne desthilat ji bo efûyeke giştî û cihgirtina zimanê dayikê di destûra nû ya Tirkiyeyê de amadekariyan dike.

Lê Serokwekîlê Grûpa AK Partiyê Abdullah Guler doh di bernameyeke KRT TVyê de îdiayên Ufuk Uras red kirin û got, di rojeva wan de ne mafê zimanê dayikê di destûra nû ya Tirkiyeyê de û ne jî efûyeke qismî an jî giştî heye.

"Zimanê dayîkê ne di rojeva me de ye"

Guler wiha axivî, "Di rojeva me de efûyeke qismî û giştî nîne.

Em hewl didin cezayên bi bandor û dadmendane bên dayîn û aramiya civakê biparêzin.

Efû encamên rast nadin. Di çarçoveya destûra nû de zimanê dayikê jî ne di rojeva me de ye.

Di destûra nû de divê keş û hewayekê wiha ya karkirinê hebe ku hemû aliyên civakê pêşniyar û bendewariyên xwe derxin holê.

Armanca me ew e li gorî hemû şert û mercên îro destûreke sivîl a demokratîk û hemû alî tê de beşdar çêbikin."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Tirkî take zimanê fermî ye.

Tevî ku Kurdî zimanê dayikê yê zêdeyî 20 milyon Kurdên Bakurê Kurdistanê ye lê ji destpêka damezrandina komara Tirkiyeyê ve ji bilî vekirina beşên Kurdî li çend zanîngehan û dayîna mafê çend dersên bijarte di serdema AK Partiyê de, heta niha ti hikûmeteka Tirkiyeyê statû û mafê perwerdeya zimanê dayikê nedaya Kurdî û Kurdan.

Ligel vê yekê jî heta niha Kurdî di girtenameyên Parlamentoya Tirkiyeyê de wekî "zimanê X" wate zimanê nayê zanîn derbas dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst